Hunermend Eyûb Elî: Em bibin yek!

Hunermend Eyûb Elî diyar kir ku yekitiya gelê Kurd ji bo nîşandana hêz û îradeya gelê Kurd li cîhanê gelekî girîng û pêwîst e û got “Hêviya min ew e ku Kurdan yek deng, yek reng, di bin yek alê de bibînim.”

Hunermend Eyûb Elî: Em bibin yek!
22 nîsan, 2026   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎVAN BEYAR

Di çand û hunera kurdî de, stran her dem wekî amûrekî girîng ji bo ragihandina hest, nasname û têkoşîna neteweyî hatine dîtin. Hunermend Eyûb Elî yek ji wan dengan e ku bi girêdana xwe ya bi doza kurdî û yekitiya gelê Kurd tê naskirin. Hunermend Eyûb Elî ji Başûrê Kurdistanê ye, bi stranên xwe yên neteweyî û şoreşgerî, hêvî, berxwedan û hezkirina welatê xwe Kurdistanê nîşan dide. Yek ji taybetmendiyên girîng ên hunera Eyûb Elî ev e ku ew ferq û cudahî di navbera parçeyên Kurdistanê de qebûl nake. Banga yekitiya neteweyî jî di stranên xwe de wek mijareke bingehîn esas digire.

Di demên dawîn de, bi taybetî di dema berxwedana Rojava de, Eyûb Elî klîbek bi navê “Kezî” çêkir. Ev stran balê dikişîne ser berxwedana şervanên YPJ'ê. Ji stranên wî yên navdar "Kurd im" û "Alaya Kurdistanê" ne ku li Kurdistanê û cîhanê dengvedanek çêkiriye.

Di vê qonaxa hestiyar de ku Rojhilata Navîn û Kurdistanê tê re derbas dibin, girîngiya yekitiya hêzên Kurdan wekî rojev û bangawaziya gel derdikeve pêş.

Hunermend Eyûb Elî der barê girîngiya avakirina yekitiya kurdî de ji ajansa me re axivî.

Hunermend Eyûb Elî di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku yekitî û yekitiya gelê Kurd di vê demê de û her demê de ji bo nîşandana hêz û îradeya gelê Kurd li cîhanê gelekî girîng û pêwîst e.

Eyûb Elî da zanîn ku yekitiya gelê Kurd dikare serxwebûn û azadiyê ji bo hemû Kurdan bi dest bixe û ev li gotinên xwe zêde kir: "Yekitî xewna herî mezin a Kurdan e ku avakirina dewleta Kurdistanê pêk bîne. Yekitiya gelê Kurd peyameke tijî şanazî û serbilindahiyê ye bo hemû gelên cîhanê, ku nîşan bide em Kurd in, şoreşger in, azadîxwaz in, yek deng û yek reng in. Ew peyam nîşandana hêz û şiyana Kurdan li hember dijminên me ye. Rast e ku li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava gelek salan em têkoşîn dikin, gelek partî û rêxistinên xebatkar hene ku îdeolojiyên cuda hene û bi sedan hezar şehîd û qurbaniyan dane, lê îro hêvî heye ku em hemû bibin yek deng û yek reng, xwedî yek alayê ku ew jî alaya welatê Kurdistanê ye."

'WELATÊ ME YEK E, EM JÎ BIBIN YEK'

Hunermend Eyûb Elî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser dewlemendiya çand û zimanê Kurdî û got: “Em miletekî mezin in, xwedî zimanekî dewlemend in ku gelek zaravayên xweşik tê de hene. Lê hunera muzîk û stran dikare van zaravayan nêzîk bike û evîn û yekrêzî di navbera wan de biafirîne. Min bi piraniya zaravayên Kurdî; Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî, Kelhurî stran gotin. Ez vê yekê wek erkek li ser milên xwe dibînim, çimkî ez Kurd im û zarokê Kurdistanê me. Hemû zarava ji bo min wekhev hêja û girîng in, hemû bajar û gundên Kurdistanê jî ji bo min yek in, lewre divê em jî bibin yek.”

Li gorî hunermend Eyûb Elî, destwerdanên welatên derve û hêzên mezin ên cîhanê di Kurdistanê de, hebûna gelek partî û tevgerên siyasî ku îdeolojiya wan ji hev cuda ne, di heman demê de berjewendiyên şexsî yên teng astengiyên sereke li pêşiya avabûna yekitiya kurdî ne. Elî bang li hemû aliyên siyasî yên kurdî kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya xwe çêkin.

‘HÊVIYA MIN; KURDAN YEK DENG, YEK RENG Û YEK AL BIBÎNIM’

Hunermend Eybû Elî di dewama axaftina xwe bal kişand ser rola hunermend û rewşenbîran di avakirina yekitiya hêzên Kurd de û wiha axivî: “Hunermendên rastîn û hestdar ji dilê gel derdikevin û deng û rengê gelê xwe pêşkêş dikin. Ji ber vê yekê pêwîst e bi emanet û wijdanê xwe axaftinên xwe li ser xweşî û xemên gelê xwe bike. Di astê navxweyî de, hunermend dikare bi hunera xwe li dijî hin siyasetmedarên gendel deng bilind bike ku erd û welat ji bo berjewendiyên xwe difroşin. Hunermend dikare bi rêya nasandina muzîk û çanda Kurdî deng û yekitiya Kurdan bigihîne hemû cîhanê. Min bi xwe hewl da ku muzîk û çanda Kurdî li welatên wek Spanya û Yewnanistanê bidim nasîn. Ev jî erka her hunermendekî/ê dilsoz e ku bi rêya hunera xwe Kurd û çanda wan bi cîhanê bide nasîn. Hêviya min ew e ku Kurdan yek deng, yek reng, di bin yek alê de  bibînim. Ez dixwazim ku her sal li diasporayê konsertên mezin ên Newrozê werin amadekirin, ku hezaran Kurd bi cilên Kurdî û bilindkirina alaya rengîn a Kurdistanê werin meydanê. Di Newroz 2026'an de li bajarê Bonnê yê Almanya 200 hezar Kurd hatin meydanê û ji hemû cîhanê re gotin: em Kurd in, zimanê me Kurdî ye."

ANHA