Rojnamevanên Kobanê: Israra me xeta heqîqet û rastiyê ye

Rojnamevanên bajarê Kobanê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî got "Em ê her tim şopdarên rêya hevalên xwe yên şehîd bin û israra me xeta heqîqet û rastiyê be.”

Rojnamevanên Kobanê: Israra me xeta heqîqet û rastiyê ye
22 nîsan, 2026   03:15
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî ku di 22'yê Nîsana 1898`an de li Qahîreyê ya paytexta Misirê ji aliyê Mîqdat Mîthat Bedirxan ve rojnameya Kurdistan hatibû derxistin, rojnamevanên li bajarê Kobanê ji ANHA`yê re axivîn.

Xebatkara Radyoya Kobanê FM’ê Stêrvan Cûcû got: "Yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kurdistan derketiye. Di wê demê de rojnameya Kurdistan heqîqeta wê demê ji raya giştî re parve dikir.”

Stêrvan Cûcû wiha pê de çû: "Lê kevneşopeke çapemeniya azad ava kirin. Li her deverê çapemeniyê li ber xwe da û têkoşîneke bêhempa da meşandin. Ev têkoşîn mohreke herî mezin li dîroka Kurdan û di dîroka çapemeniyê de hişt. Bi vê yekê çanda kurdî, zimanê kurdî û hebûna gelê Kurd hate parastin. Çapemeniya me her dem rastî êrişên dagirkeriyê dihat û her tim êriş li ser gelê Kurd pêk tên. Em wek rojnamevan soz didin ku her tim bibin dengê rastî û heqîqetê.”

Nûçegihanê Ronahî TV’yê Mihemed Mistefa hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn û diyar kir ku ew ê şopdarên rêya rastî û heqîqetê bin û wiha anî ziman: “Di Şoreşa Rojava de çapemeniya azad roleke xwe ya girîng list û kêlî bi kêlî êrişên dijmin ên hovane ji raya giştî re parve kirin. Tevî hemû zehmetiyan jî lê xebatkarên çapemeniyê bi hemû hêza xwe ji bo derxistina heqîqetê her tim di nava têkoşîn de bûn û kiryarên dagirkeriyê ji cîhanê re radigihandin.”

Mistefa da zanîn ku gelek rojnamevanên çapemeniya azad ji bo derxistina heqîqetê ji aliyê dagirkeriyê ve hatin armancgirtin û ev tişt anî ziman: "Bi saya çapemenita kurdî Şoreşa 19`ê Tîrmehê deng veda û berxwedana li vir ji cîhanê re hat aşkerakirin. Mînaka wê jî şerê Kobanê ye ku şervanan çeteyên DAIŞˊê li Kobanê têk birin.”

Mihemed Mistefa got ew soz dide hevalên xwe yên şehîd û wiha got: "Çawa ku hevrêyên me yên rojnamevan ji bo dîmenekê û nûçeyekê canê xwe feda kir, em jî soz didin ku em ê her tim li pey doza wan bin û her tim hovîtiya dijmin ji cîhanê re ragihînin.”

Nûçegîhana Nûjînhayê Berçem Cûdî Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî cangoriyên azadiyê û li tevahî kedkarên çapemeniya azad pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Weke em dizanin ev dîrok xwe dispêre avabûna yekemîn rojnameya Kurdistan a kurdî. Ev rojname ji bo doza gelê Kurd û nasnameya gelê Kurd hatibû avakirin, lê xebatên xwe li derveyî welat dabûn meşandin."

Berçem Cûdî di berdewama axaftina xwe de ev li gotina xwe zêde kir: "Ew kesayetên di rojnameya Kurdistan de dixebitîn ji me re zemîn dabûn avakirin û di roja îro de em jî li ser wê doza heqîqetê kar û xebat didin meşandin û her tim rastiyê ji raya giştî re parve dikin. Rewşa ku gelê herêmê di roja îro re derbas dibe, gelekî tevlîhev e. Ji ber vê yekê jî em wek kedkarên ragihandinê ji bo vê civakê xebatê dikin û erkekî gelekî mezin girtiye li ser milê xwe."

Berçemê di dawiya axaftina xwe de got: “Em wek jinên rojnamevan her çi qasî şert û merc zehmet bin jî, wê israra me xeta heqîqet û rastiyê be. Em ê her tim şoprêyên heqîqetê bin û rastiya heyî ji cîhanê re ragihînin."

(fr)

ANHA