Trajediya koçberiyê ya 4 caran

Remadan Welo 4 caran koçber bûye û bû qurbaniyê "guhertina demografiyê.  Ji bo trajediya Kurdan a li hemberî siyasetên înkarkirinê yên dewletên neteweperest, mînakeke zindî ye.

Trajediya koçberiyê ya 4 caran
Trajediya koçberiyê ya 4 caran
Trajediya koçberiyê ya 4 caran
Trajediya koçberiyê ya 4 caran
Trajediya koçberiyê ya 4 caran
Trajediya koçberiyê ya 4 caran
Trajediya koçberiyê ya 4 caran
17 mijdar, 2024   04:10
HELEB
MIHEMED EBOD

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye 1ˈê Cotmeha îsal (2024), ji bo hêsankirina rêwîtiya kesên ji Lubnanê tên her du taxan, avakirina Masaya Krîzê ku ji endamên saziyên têkildar pêk tê, ragihand. Li gorî masayê, 2 hezar û 305 kes ku piraniya wan sûriyeyî ne, gihaştine her du taxan. 

Remadan Welo (60) ê ji gundê Ibillo yê Efrînê jî ji ber şerê li Lubnanê reviyaye û berê xwe daye taxa Şêxmeqsûd a Helebê.

Tişta balkêş di çîroka Remadan de ew e ku beşeke jiyana xwe di koçberiyê de derbas kiriye. Welo dibêje "berdêla warê mirov nîn e".

Welo wiha dest bi serpêhatiya xwe kir û got: "Sala 2000`î li herêmên Kurdan ên Sûriyeyê di encama siyasetên partiya Baasê de rewşa aborî bi paş ket. Ji ber wê mecbûr bûm bi malbata xwe re biçim Lubnanê ji bo ku debara malbata xwe bikim."

Malbata Remadan Welo heta sala 2006`an dema şer di navbera Îsraîl û Hizbullahê dest pê dike, vedigere warê xwe Efrînê. Lê bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê re ku di Çileya 2018`an de dest pê kir, malbata Welo tevî zêdetirî 300 hezar kesî ji Efrînê koçber dibe û vê carê berê xwe dide Lubnanê.

Ji 2000`î heta 2018`an, malbata Welo neçar dibe 3 caran koçber bibe. Piştî ku çeteyan û dagirkeran, mal û milkên wî talan dikin, dîsa koçberî Lubnanê dibe.

Bi dawiya Îlona 2024`an re, di navbera Îsraîl û Hizbullahê de şer dîsa dest pê kir. Ji ber wê malbata Remadan ji wir direve û koçberî Helebê dibe.

Dawiyê malbata Welo digihêje Helebê. Têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Koçberiya domdar ez ji mirinê xilas kirim. Lê ji nexweşiyan neparast. Bêyî dermanan êdî nikarim biaxivim."

Malbat ji ber koçberiyê zehmetiyan di peydakirina pêdiviyên xwe yên jiyanî de dikişîne. Rêxistinên navneteweyî jî ji kesên ji Lubnanê re vegeriyane herêmên Rêveberiya Xweser û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, alîkariyê pêşkêş nakin.

Heta niha 20 hezar û 369 kes ji Lubnanê vegeriyane herêmên Rêveberiya Xweser.

(şx/bb)

ANHA