‘Avakirina dewleta konfederal a Filistîn-Îsraîlê çareserî ye’

Lêkolîner Şehana Mihemed avakirina dewleta konfederal a Filistîn-Îsraîlê wek rêya çareserkirina doza Filistînê destnîşan kir.

‘Avakirina dewleta konfederal a Filistîn-Îsraîlê çareserî ye’
13 ÇILE, 2024   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolînera Rojhilata Navîn Şeyhana Mihemed gotarek di rojnameya Ereb El Londoniyê de weşand. Lêkolîner Şeyhana Mihemed "Avakirina dewleteke demokratîk a yekbûyî ya ku hemwelatîbûna wekhev ji bo her kesî pêşkêş dike" wek rêya herî zanistî ya çareserkirina pirsgirêkê nîşan dide.

Lêkolîner ji bo bidawîkirina şerê Îsraîl-Filistînê 3 îhtîmal diyar kirin û wiha rêz kirin: "An îsraîlî û filistînî hev qetil bikin, an bi rêya avakirina 2 dewletan ji hev cuda bikin, an jî dewletek ji bo her du gelan were avakirin."

Di gotarê de hate diyarkirin ku cudakirina her du dewletan vebijêrka yekane ye ku bi kûrahî tê nîqaşkirin. Hate gotin ev vebijêrk her du gelan di 2 dewletên cuda de dike.

Di dewama gotarê de hate diyarkirin ku li gel şerê domdar, qebûlkirina encamên avakirina 2 dewletên ji hev cuda ya bi rêya parçekirina Îsraîl û Sûriyeyê di nêrîna Îsraîl û filistîniyan de zehmet e.

Her wiha hate gotin: "Li gel kokên ku her du aliyan di heman herêmê de digihîne hev, çareserî bi nêzîkbûnê ne bi cudabûnê pêkan e. Diyar e ku gelek îsraîlî û filistînî li ser xaka ku nayê parçekirin, li hev dikin."

Çareserî li gorî lêkolîner Şeyhana Mihemed welatê filistînî û îsraîliyan bêyî parçekirin, were parastin û ewlehiya her du aliyan were mîsogerkirin.

(bb)