Li Tirbespiyê 38 şehîd hatin bibîranîn

38 şehîdên azadiyê yên mehên Mijdar û Kanûnê li navçeya Tirbespiyê hatin bibîranîn.

Li Tirbespiyê 38 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 38 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 38 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 38 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 38 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 38 şehîd hatin bibîranîn
13 ÇILE, 2024   13:08
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ji bo 38 cangoriyên azadiyê; HPG, YPG, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û welatî ku di mehên Mijdar û Kanûnê de li cihên cuda şehîd bûne, merasîmek li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar xist. Di merasîmê de malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên şehîdan, saziyên sivîl û şêniyên navçeyê hazir bûn.

Di merasîmê de sînevizyonek têkildarî şehîdan û têkoşîna wan hate pêşandan. Dûre endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Nûredîn Şakir axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Şakir destnîşan kir ku armanca ji şerê taybet ê li herêmê tê meşandin û êrişên bi balafirên şer û bêmirov têkbirina destkeftiyan e.

Şakir diyar kir ku gelên herêmê îsbat kirin ku dikarin li hember van êrişan û astengiyan li ber xwe bidin û got, ew êriş vîna gelên herêmê naşikîne.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin.

(şx)

ANHA