Astana 22 û hewldanên agirbesta li Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da civîna Astanayê ya 22’yan, nîşaneyên agirbestê yên li Lubnanê û şerê li Sûdanê.

Astana 22 û hewldanên agirbesta li Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne
13 mijdar 2024   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî civîna Astanayê ya 22’yan nûçeyek bi sernavê "Astana 22; paşguhkirina aloziyê berdewam e û hêviyên biserxistina normalîzekirinê" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku mîna civînên berê, civîna Astana 22 jî dê aloziya Sûriyeyê çareser neke, ji ber ku ji civîna dawîn gavên cidî nehatine avêtin.

Rojnameyê destnîşan kir ku hemwextî civînê, lûtkeya erebî-îslamî li dar dikeve ku serokkomarê Sûriyeyê Beşar El Esed û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan tev lê bûbûn lê beyî ku bi hev re bicivin. Rojnameyê da zanîn îhtimal heye Tirkiye lûtkeyê bi kar bîne û herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike.

Her wiha rojnameyê anî ziman ku nûnerê taybet ê Rûsyayê Alexander Lavrentiev careke din teqez kir ku welatê wî, operasyoneke leşkerî ya bejahî li Sûriyeyê red dike û Rûsya hêvî dike ku Tirkiye van gavan neavêje ji ber ku dê bi awayekî neyînî bandor li Sûriyeyê bike.

FIRSENDA DAWÎN A AGIRBESTÊ LI LUBNAN

Rojnameya El Erebiye El Hedes ku agahiyên xwe ji çavkaniyên agahdar wergirtine, diyar kir ku êrişên dawîn ên Îsraîlê, îsbat dikin ku pêşketinek di aliyê dan û standinên agirbestê de çêbûye.

Li gorî rojnameyê Îsraîl û Hizbullahê piştrast kirine ku dan û standin heye.

Rojnameyê diyar kir ku hevdîtina Donald Trump a bi Joe Biden re, dê çarenûsa bûyeran diyar bike, şandeya amerîkî ya bi serokatiya Amos Hochstein dê peywira xwe bidomîne yan jî temam neke.

JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛDANÊ KOORDÎNEYA EREBÎ-AMERÎKÎ

Rojnameya Şerq El Ewsat bi bîr xist ku çavkaniyeke misirî aşkera kir ku ji bo çareserkirina aloziya li Sûdanê hewdanên erebî-amerîkî hene.

Rojnameyê diyar kir ku li Erebistana Siûdî civîneke çaralî dawiya hefteya borî hatiye lidarxistin û di wê civînê de rayedareên 4 dewletan hewldanên hevbeş ên çareserkirina aloziyê nîqaş kirine. Ev dewlet tev li civînên Cinevê yên ku Washingtonê ji bo bidawîkirina şerê Sûdanê li dar xistine, bûne.

(şx)