Asfaltkirina rêyan li Qamişloyê didome

Li Qamişloyê nêzîkî mehekê ye xebatên asfaltkirina rêyan dewam dikin. Li gorî planê dê di nava çend rojan de xebatên asfaltkirina kolana taxa Kornêş dest pê bike.

Asfaltkirina rêyan li Qamişloyê didome
Asfaltkirina rêyan li Qamişloyê didome
Asfaltkirina rêyan li Qamişloyê didome
Asfaltkirina rêyan li Qamişloyê didome
Asfaltkirina rêyan li Qamişloyê didome
Asfaltkirina rêyan li Qamişloyê didome
Asfaltkirina rêyan li Qamişloyê didome
Asfaltkirina rêyan li Qamişloyê didome
2 tîrmeh, 2025   15:40
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Qamişloyê di çarçoveya planeke berfireh a baştirkirina binesaziya bajêr de, dest bi xebatên asfaltkirina rêyên sereke û kolanên taxên bajêr kir.

Heta niha, rêyên taxên Mesref, Çerxerêya El Selam, El Hizam, Çerxêreya Sefan, Rêya Nexweşxaneya Dil û Çavan, taxa Tey û kolana sereke ya taxa Cimaya hatine asfaltkirin. Biryar e ku xebata asfaltkirina rêyan li Kolana Kornîş û piştre kolanên taxan di demeke nêzîk de dest pê bike.

Rêvebirê Ofîsa Teknîk endezyar Hesen Huseyîn da zanîn ku proje li gorî bernameya diyarkirî û li gorî standardên kalîte û ewlehiyê pêk tê.

Şaredariya Gel a Qamişloyê bi hevkariya Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê, di 3`yê Hezîrana 2025`an de dest bi vê xebatê kir û biryar e heta 3`yê Cotmehê bidome.