Asayîşê bi boneya Cejna Qurbanê tedbîrên ewlehiyê girtin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ya Parêzgeha Hesekê bi boneya Cejna Qurbanê tedbîrên ewlehiyê girtine.

Asayîşê bi boneya Cejna Qurbanê tedbîrên ewlehiyê girtin
26 gulan, 2026   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ya Parêzgeha Hesekê bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyek nivîsekî weşand û tedbîrên ewlehiyê ragihandin.

Di destpêka daxuyaniyê de Cejna Qurbanê li gelê herêmê hat pîrozkirin û hat hêvîkirin bi ewle û aram derbas bibe.

Di daxuyaniyê de ji bo parastina ewlehî  û selametiya giştî di rojên cejnê de bang li wan welatiyan hat kirin û li gorî van tedbîrên li jêr tev bigerin:

-Ji roja sêşemê (26 Gulan 2026) saet di 06.00‘an de heta roj şemiyê (30 Gulan 2026) saet di 18.00‘am çûn û hatina tanker û kamyonên bargiran di nav bajar û bajarokan de qedexe ye.

- Hemû kamyon û tankerên sotemeniyê dikarin li ser xetên ku berê ji wan re hatine diyarkirin tev digerin û bi awayekî giştî ji roja sêşemê (26 Gulan) saet 17.00‘an heya roja şemiyê (30 Gulan) saet 18.00‘an qedexe ye.

-Çûn û hatina motorsîklêtan bi hemû cureyên (sivîl û leşkerî) ji roja şemiyê (26 Gulan) saet 09.00‘an heya roja yekşemê (31 Gulan) saet 09.00‘ê sibehê qedexe ye.

-Veguhestina pêdiviyên bijîşkî û alîkariyê yên ku ji aliyê peywendîdar ve fermî hatine erêkirin, di nav bajar, navçe û herêman de di qedexeyê de cih nagire.

-Teqandina fîşekên hewayî bê serûber qedexe ye. Ev biryar welatiyan û endamên hêzên leşkerî û ewlehiyê di nav xwe de digire. Cezayên giran ên binpêkirinên vê biryarê hene.

(bb)