Malbatan bikaranîna dosyaya dîlgirtiyan wek belgeya zextê red kir

Malbatên dîlgirtiyan û xelkê bajarê Qamişloyê li dijî bikaranîna dosyaya dîlgirtiyan weke belgeya danûstandinê bi QSDˊê re û tayînkirina endamên Parlamentoyê (Meclisa Gel) derketin.

Malbatan bikaranîna dosyaya dîlgirtiyan wek belgeya zextê red kir
26 gulan, 2026   09:24
QAMIŞLO

Malbatên dîlgirtiyan û gelê Qamişloyê li Çerxerêya Sonî li dijî siyasetên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û bikaranîna dosyaya dîlgirtiyan weke belgeyeke zextê û danûnstandinê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re çalakî kir û her wiha tayînkirina endamên Parlamentoyê (Meclisa Gel) red kir.

Xwepêşandêran wêneyên şervanên dîlgirtî hildan û diruşmên bi daxwaza berdana tevahî dîlgirtiyan berz kirin.

Li gorî bendên peymana 29ˊê Çileyê koma 1ˊê ya dîlgirtiyan di 10ˊê Adara 2026ˊan, koma 2ˊyan di 19ˊê Adarê de, koma 3ˊyan di 11ˊê Nîsanê de û koma 4ˊan di 8ˊê Gulanê de hatin berdan.

(fr)

ANHA