Asayîşa Silêmaniyê meşa şermezarkirina 15’ê Sibatê asteng kir

Meşa ku dê li Silêmaniyê bi armanca şermezarkirina ji Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan bihata lidarxistin, ji aliyê asayîşa bajar ve hat astengkirin û zêdetirî 20 kesan hatin binçavkirin.

Asayîşa Silêmaniyê meşa şermezarkirina 15’ê Sibatê asteng kir
15 sibat, 2024   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh hatibû ragihandin ku wê 15’ê Sibatê (îro) bi armanca şermezarkirina salvegera Komploya Navnetweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê meşek girseyî bê lidarxistin. 

Di çarçoveya plansaziya hatibû amadekirin de girseya gel li nava bajar kom bû, lê asayîşê destûr neda û êrîşî gel kir. Di encama êrîşê de zêdetirî 20 kesan hatin binçavkirin.

Di nava kesên hatine binçavkirin de Hevserokên Giştî yên Tevgera Azadî Tara Hisên û Selam Ebdulah, Hevserokên Tevgera Azadî ya Silêmaniyê jî hene.