Artêşa Venezuelayê piştgirî da tayînkirina Delcy Rodriguez wekî seroka demkî

Artêşa Venezuelayê piştî girtina Nicolas Maduro, wekî seroka demokî ya welat piştgirî da Delcy Rodriguez.

Artêşa Venezuelayê piştgirî da tayînkirina Delcy Rodriguez wekî seroka demkî
4 ÇILE, 2026   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Venezuelayê ragihand ku piştî girtina Nicolas Maduro, piştgiriyê dide Delcy Rodriguez ku cîgira serokê dewletê bû, bibe seroka demî ya welat. 

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Venezuelayê de general Vladimir Padrino got ew piştgiriyê dide biryara dadgeha bilind ya ku Delcyî Rodriguez heta 90 rojî bibe seroka demkî ya welat.

Padrino "revandina Maduro" û qetilkirina hin nobetdarên wî bi "xwînsarî", qetilkirina leşkerî û sivîlên Venezuelayayî şermezar kir.

Desthilatên Venezuelayê hîna bîlançoya fermî ya êrişa leşkerî ya Amerîkayê ya berbanga duh de, di nav de êrişên asîmanî li gelek cihan pêşkêş nekiriye.

Padrino bang li gelê Venezuelayê kir ku di rojên bê de tevahî çalakiyên xwe wekî aborî, perwerdê û hwd bi kar bînin.

(fr)