Çeteyan ciwanek li Efrînê revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker Henan Ebdurehman Şeqef li bajarê Şiyê revand û erebeya wî desteser kir.

Çeteyan ciwanek li Efrînê revand
4 ÇILE, 2026   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanê Kurd ê bi navê Henan Şeqef ê ji gundê Hêkêçê yê bajarê Şiyê yê Efrînê yê dagirkirî revand. Ew ciwan li taxa Şêxmesûdê ya Helebê dimîne, lê dema duh serdana malbata xwe ya li gund dikir hat revandin û erebeya xwe ya "santafê" hat desteserkirin.

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku ji bo rewakirina sûca revandinê çeteyan bi "tawana wêneyên sembolên Kurdî li ser telefona wî hene" revand. Hat destnîşankirin ku malbata ciwan hikumeta veguhêz berpirsa tevliheviya ewlehiyê li Efrînê û pêkanînên çeteyên di nava wezareta wê de, dît.

Çavkaniyan pirsa gelo ev hikumet dikare ewlehiyê ferz bike, parastina mafên mirovan li herêmê bike, kir.

(fr)