Artêşa Tirk li gundewarê Kobanê gule berdan karkerên zeytûnan

Li gundê Kor Elî yê rojavayî bajarê Kobanê şênî û karkerên ku zeytûnan diçandin, ji aliyê leşkerênartêşa Tirk a dagirker ve hatin gulebarankirin. Endamên malbatekê jî, ku di nav wan de zarok jî hebûn û li ser motorsîkletê bûn, li heman gundî ji ber gulebarana artêşa Tirk birîndar bûn.

Artêşa Tirk li gundewarê Kobanê gule berdan karkerên zeytûnan
22 mijdar, 2025   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Kobanê ragihand ku hejmarek karker û şêniyên gundê Kor Elî yê rojavayî bajarê Kobanê dema ku zeytûn diçinîn, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve ku li hember gund bi cih bûbûn, hatin gulebarankirin.

Li gorî nûçegihana me, artêşa dagirker guile berdan zilamek û zarokên xwe ku li ser motosiklê bûn, di encamê de motorsîklet ji rê derket û endamên malbatê birîndar bûn.

Artêşa dagirker ji qereqoleke cendirmeyan bi awayekî bêserûber gule barandin, ev yek jî bû sedem ku karker berhemên çandiniyê bihêlin û ji erdên xwe derkevin.

 (ac)

ANHA