Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin

Li bajarê Hesekê bi boneya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna  li Dijî Tundiya li Ser Jinan, çalakî hatin lidarxistin.

Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
Li Hesekê çalakiyên jinan dewam dikin
22 mijdar, 2025   19:34
HESEKE

Tevgera Hîlala Zêrîn, bi hevkariya Kongra Star û Yekîtiya Rewşenbîran, li Hesekê çalakiyek bi dirûşmeya "Bi Hev re Em Civakeke Demokratîk a Komûnal Ava Dikin da ku Tundiyê Biqedînin" li dar xist. Çalakî li Baxçeyê Xwendinê yê li taxa Til Hecer a Hesekê pêk hat.

Bi dehan jinên ji civaka sivîl, nûnrên Kongra Star, Tevgera Hilala Zêrîn û Yekîtiya Rewşenbîran beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre ji rêveberên Komîteya Perwerdehiyê ya Hesekê Leyla Îbiş semînerek da.

Leyla diyar kir ku jin, bi taybet yên ku xwe îspat kirine û di civakê de bi bandor bûne, rastî tundiyê tên.

Leyla got ku armanca vê tunidyê ew e ku îrade û biryardariya wan bişkîne û wan di warên cûrbecûr ên siyasî, civakî û çandî de ji mafên wan bêpar bike.

Piştî semînerê, helbestvan Feyrûz Reşik, Beysan Mihemed û Fatma Ehmed helbest xwendin.

Piştre Tevgera Hîlala Zêrîn şanoyek li ser tundiya li ser jinan pêşkêş kir.

 Çalakî bi stranên li ser jinan û şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

(k)