Artêşa Tirk li Dînarte 2 welatiyan qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker bajaroka Dînarte ya ser bi Akrê bombebaran kirin. Di encama êrişê de 2 welatiyên ku hevjînên hevin jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Tirk li Dînarte 2 welatiyan qetil kir
27 ÇILE, 2025   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Rojnews’ê , beriya çend kêliyan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajaroka Dînarte ya ser bi Akrê bombebaran kirin. Di encama êrişê de 2 welatiyên ku hevjînên hevin jiyana xwe ji dest dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ev hefteyeke artêşa Tirk bi berdewam sinorê parêzgeha Dihokê bombebaran û topbaran dike. Di encama van êrişan de çend welatiyek jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.