Şervanên berxwedana Tişrînê: Em şerê rûmetê dikin

Şervanên berxwedana Bendava Tişrînê diyar kir ku ew parastina rewa ji xwe re esas digirin û got “Em li vir şerê rûmetê dikin.”

Şervanên berxwedana Tişrînê: Em şerê rûmetê dikin
27 ÇILE, 2025   13:34
BENDAVA TIŞRÎN
ÎSYAN HOGIR

Şervanên Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diparêzin, der barê berxwedana li bendavê de ji ajansa me ANHAˈyê re axivîn.

Şervana YPJ’ê Ronahî Dijwar der barê berxwedanê de ku 51 roj e didome, wiha got: “Em şervanên YPJ’ê di her alî de amade ne û em bersivên mezin didin dewleta Tirk a dagriker û çeteyan.”

‘EV BENDAV BÛYE BENDAVA JIYANÊ’

Ronahiyê bal kişand ser êrişên li ser bendavê û got: “Bendav bûye bendava jiyanê û li vir her kes xwedî li jiyana birûmet derdikeve.”

Ronahî destnîşan kir ku ew parastina rewa esas digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em weke hêz her tim parastina rewa ji xwe re esas digirin, lê heke destên qirêjî bi axa me bibin, wê demê em ê jî bersivê bidin.”

‘EM XWEDÎ STRATEJÎ Û TAKTÎKÊN NÛ NE’

Şervana YPJ’ê Çîçek Efrîn jî wiha got: “Em keda şehîdan ji bîr nakin û em ê xwedî li keda wan derkevin.”

Çîçek bal kişand ser zîhniyeta dewleta Tirk a dagirker û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker bi salan e Kurdan û hemû gelên azadîxwez armanc digire û êrişên xwe li ser Rojava berfirehtir dike.”

Çîçek Efrîn wiha behsa stratejiya şer kir: “Em di vî şerî de ketin pêngaveke nû. Em tunelan bi awayekî pispor li hember dijminê xwe kar tînin û vê yekê tirseke mezin xistiye dilê wan. Ez di dawiyê de dibêjim ku ne dijmin ne teknîka dijim, bi hêz û îradeya me nikare û dijmin demeke dirêj e bi bin ketiye.”

‘EM BERXWEDANEKE DÎROKÎ DIKIN’

Şervanê QSDˈê Savaş Mîlîtan jî di diyar kir ku ew jî di çeperên şer de li kêleka hevrêyên xwe ye û got: "Bû demeke dirêj şerekî dijwar li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê diqewime. Ev şer şerê rûmetê ye, em li vir şerê rûmetê dikin."

Mîlîtan bal kişand ser berxwedana neteweyî û wiha berdewam kir: “Em dîroka berxwedanê dinivîsin, li vir ne tenê Kurd, di heman demê de hemû neteweyên ku bi me re dijîn, bi hev di heman mewziyê de berxwedanê didomînin.”

Savaş Milîtan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me wek QSD êrişî tu kesî nekiriye. Ên ku êrişî me bikin jî dê bersivên me jî hebin."

(bb)

ANHA