Artêşa Tirk li Başûr cotkarek birîndar kir

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundekî navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kir. Di encamê de cotkarek birîndar bû.

Artêşa Tirk li Başûr cotkarek birîndar kir
2 adar, 2024   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro gundê Batûfa yê navçeya Amediyê ya parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih dane, di bombebaranê de cotkarek birîndar bûye.

(bb)