Artêşa Tirk gundên Amêdiyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Guherzê û Bilava yên Amêdiyê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk gundên Amêdiyê bombebaran kirin
12 nîsan, 2024   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsê ragihand ku balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Guherzê û Bilava yên Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine.

Têkildarî ziyanên bombebaranê agahiyên zelal bi dest neketin. Hate zanîn balafirên şer li asîmanê herêmê hê jî digerin.