Li Xezayê hejmara kuştiyan ji 33 hezarî derbas bû

Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de hatine kuştin, ji 33 hezarî derbas bû.

Li Xezayê hejmara kuştiyan ji 33 hezarî derbas bû
12 nîsan, 2024   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve didomin. Hejmara filistîniyên di êrişên heta niha de hatine kuştin, derket 33 hezar û 634’an.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di encama êrişên li ser Xezayê yên di nava 24 saetên dawîn de, 89 filistîniyên din hatine kuştin û 120 kes jî birîndar bûne.

Heta niha di êrişan de 33 hezar û 634 filistînî hatine kuştin û 76 hezar û 214 kes jî birîndar bûne.

Her wiha wezaretê diyar kir ku ji ber êrişên artêşa Îsraîlê xebatkarên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.