Artêşa Tirk dest danî ser avahiyekê da ku bike baregeh
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê avahiyek desteser kiriye da ku bike baregeheke leşkerî.
![Artêşa Tirk dest danî ser avahiyekê da ku bike baregeh](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_6672bf914a87c.jpg)
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker beriya nêzî mehekê dest danî ser avahiyeke aîdî jina bi navê Zeyneb Ehmed Mihemed (60) a ji gundê Matîna yê Şêrayê ya Efrînê.
Rêxistinê da zanîn ku avahiya hatiye desteserkirin, li nêzî xaçerêya gundê Matîna, nêzî şîrketa avê ya li ser rêya Kefer Cenê-Bilbilê ye.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku artêşa dagirker dê avahiya desteser kiriye, veguherîne baregeheke leşkerî.
(bb)