Li 2 gundên Minbicê êriş: Agir bi zeviyên çandiniyê ket

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de 2 gundên kantona Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.

Li 2 gundên Minbicê êriş: Agir bi zeviyên çandiniyê ket
19 hezîran 2024   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Minbicê topbaran dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gundên Ewn Dadat ê bakurê bajarê Minbicê bi hawan û obîsan tên topbarankirin. Her wiha hate ragihandin ku dagirkeran gundê Mehsenlî yê bakurê rojavayê Minbicê jî gulebaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnşankirin ku di encama gulebaranê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

(bb)

ANHA