Artêşa Tirk a dagirker gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Guherzê ya ser bi Amêdiyê bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundekî Amêdiyê bombebaran kir
12 kanûn, 2023   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê ku agahî ji çavkaniyek herêmê hatine bidest xistin, di saetên nîvro de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer nêzî gundê Guherzê ya li qontara çiyayê Metînayê bombebaran kir.

Derbarê ziyanên bombebaranê de heta niha tu agahiyek zelal nehatin parvekirin.

Hat gotin piştî bombebaranê jî demek dirêj balafirên şer li ser asîmanê herêmê firiyane.