`Li hember êrişan divê gel berxwedanê mezin bike`

Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî ji malbatên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ayaz Ebdullah re xwest û bilindkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan û xurtkirina berxwedana gel li hember êriş û komployên qirkirinê tekez kir.

12 kanûn, 2023   15:47
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Dêrikê û gundên derdorê tevî nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî merasîma sersaxiyê ya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ayaz Ebdullah bûn ku roja duşemê dema erka xwe ya ewlekariyê pêk dianî şehîd bûbû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Atiya Mehmûd axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ayaz û hevalên wî yên di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de xwest û soza temamkirina meşa şehîdan da.

Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat pêwîstiya bilindkirina têkoşînê li hemberî êrîşên li ser herêmê destnîşan kir û banga xurtkirina berxwedana gel li hember êrişan û komployên qirkirinê kir.

Ji aliyê xwe ve endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mesum Dêrşiwî sersaxî da malbata şehîd û got şehîd nemir in.

 Dawiya merasîmê wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin.

Şehîd Ayaz Ebdullah birayê nûçegihanê ajansa me şehîd Îssam Ebdullah e ku di 20 'ê Mijdara 2022'an de dema topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundekî navçeya Dêrikê dişopand şehîd bûbû.

(şx)

ANHA