Artêşa Lubnanê 54 penaberên sûriyeyî ji mirinê xilas kirin

Artêşa Lubnanê, 54 sûriyeyî ji avê xilas kir piştî ku keştiya wan li nêzî beravên Erîda noqî bin avê bû.

Artêşa Lubnanê 54 penaberên sûriyeyî ji mirinê xilas kirin
26 kanûn, 2023   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke hêzên deryayî yên Artêşa Lubnanê, îro 54 kes ji avê xilas kirin. Di nav wan de jin û zarok hene. Hemû jî sûriyeyî ne. 

Keştiya ku qaçaxan bi kar aniye, li nêzî beravên Erîde noqî bi avê bûye. Artêşa Lubnanê bi alîkariya tîmeke Xaça Sor, kesên werbûne avê xilas kirin.

Fermandariya Artêşa Lubnanê di daxuyaniya xwe de got: "26`ê Kanûnê, agahî hebûn ku keştiyek li nêzî berava Erîda noqî bin avê bûye. Dewriyeyek hêzên deryayî yên artêşê, 54 kes xilas kirin. Di nav wan de jin û zarok hebûn. Hemû jî sûriyeyî ne."

(şx)