Hêrsa li dijî êrişan

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meş û daxuyaniyan hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de peyama berxwedana hat dayîn.

Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
Hêrsa li dijî êrişan
26 kanûn, 2023   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker daket qadan û helwesta xwe nîşan da.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê Meclisa Jinan a PYD’ê daxuyaniyek da. Endamên partiyê Felek Dawûd û Cuheyna El Kurdî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk berdewama komplo û peymanên parçekirina xaka Sûriyeyê û qirkirina gelê wê ne.

Heman daxuyanî li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê jî hat xwendin.

HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di meşê de wêneyên şehîdên êrişan û hatin rakirin.

Meş li Qada Cebahet veguherî mîtîngê. Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Sozdar Reşo axivî û got: "Armanca êrişan qirkirina gelên herêmê, şikandina îradeya wî û têkbirina projeya me ye.”

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Mihemed Şêxo got, li hemberî dewleta Tirk a dagirker dê li ber xwe bidin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

KANTONA FIRATÊ Û MINBIC

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê daxuyanî da. Daxuyanî li ber Nexweşxaneya Meştenûr ji aliyê hevseorkê Meclisa Rêveber a kantonê Mihemed Şahîn û cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Mizgîn Xelîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişan dixwaze qada dagirkeriya xwe berfireh bike û projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Di daxuyaniyê de li dijî êrişan banga xurtkirina têkoşînê û parastina destkeftiyan hate kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk a (TEV-DEM) ya Kantona Firatê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze aloziya xwe ya navxweyî veşêre û projeya xwe ya mêtingeriyê pêk bîne.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê jî daxuyanî da. Hevseroka meclisê Sewsen Xelîl daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike gelê herêmê qir bike û xaka wê dagir bike. Her wiha got, ev êriş piştî binkeftina wê li hemberî gerîlayan li çiyayê Kurdistanê, têne kirin.

Şêniyên Minbicê bi meşeke girseyî nerazîbûn nîşanî êrişan da. Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Nezîfe Xelo di çalakiyê de axivî û êriş şermezar kir û got: “Armanca dewleta Tirk ji van êrişan îradeya me bişkîne. Em di rêzekê de li hemberî êrişan disekinin û xaka diparêzin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

EYN ÎSA

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî bi meşekê êriş şermezar kirin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Hezai Mihemed axivî, banga rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Hezaî Mihemed anî ziman ku armanca dewleta Tirk têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Endama PYD’ê Bêrîvan Îsamîl jî got berxwedan rêya yekane ya têkbirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk e.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

REQA Û DÊRAZOR

Yekitiya Parêzeran a Kantona Reqayê daxuyaniyek li ber avahiya dadgehê da. Endamê yekitiyê Xalid El Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî erêkirina Hevpeymana Civakî û Kongreya 4’an a MSD’ê “Erdogan dîn bûye”, lewra êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê jî li ber avahiya Meclisa Rûspiyan kom bûn û daxuyanî da. Şêxê eşîra El Elî, Remedan El Rehal daxuyanî xwend û got: “Êrişên vê dawiyê yên li ser herêmê berdewama projeya Îxwanî ye û armanc jî careke din zindkirina DAIŞ li herêmê ye."

Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê daxuyaniyek li Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li bajarê Reqayê da. Endama Meclisa Ciwanan a partiyê Bêrîtan Roj daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca êrişên dewleta Tirk kûrkirina aloziya Sûriyeyê û beşek ji siyasetên qirkirina gelên Sûriyeyê ye.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê jî bi heman armancê daxuyanî da. Berdevka kombûnê Xud El Îsa daxuyanî xwend û got êrişên dewleta Tirk a dagirker ji ber destkeftiyên Rêveberiya Xweser in.

Odeya Bazirganiyê ya Kantona Reqayê daxuyanî li ber avahiya xwe da. Hevserokê odeyê Hisên El Şiêb daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de li dijî êrişan banga hevgirtinê û piştgiriya bi QSD’ê re kir.

Komîteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya çandê ji aliyê cîgirê hevserokatiya komîteyê Munaf El Mûsa ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Şerê dewleta Tirk a dagirker şerê qirkirinê yê li dijî Kurd, Ereb, Suryan û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em ê bêdeng nemînin. Em ê dakevin qadan û heta mîsogerkirina serkeftinê li ber xwe bidin.”

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê jî bi armanca şermezarkrina êrişên dewleta Tirk a dagirker kon hat vedan.

Kon li nêzî stasyona Ewda ya ku di 23’yê Kanûnê de hatibû bombebarakirin, hatiye vedan.

Li ber kon hevserokê meclisa navçeya Tirbespiyê Hisûn Omer bi zimanê erebî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de li dijî êrişan banga berxwedanê û parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatin bidestixstin hatin kirin. Her wiha banga piştevaniya bi hêzên leşkerî yên parastina herêmê hat kirin.

Paşê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Silêman Ereb axivî. Silêman got, "Dema ku êriş li ser me tê kirin em berê xwe nadin ti kesî. Em berê xwe didin gelê xwe, gelê me ew ê bersiva her êrişekê bide. Em soz didin gelê xwe em ê projeya neteweya demokratîk bi ser bixin."

Li ser navê PYD`ê Ebdurehîm Hiso got, dê li hemberî êrişan bisekinin û serkeftinê mîsoger bikin.

Li gor komîteya amedekar çalakiya konvedanê wê 3`rojan dom bike.

Yekitiya Kedkaran a Kantona Reqayê daxuyan da. Hevsrokê yekitiyê Zahir El Ebdulal daxuuanî xwend û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê daxuyanî da. Hevserokê nivîsgeha aborî ya meclisê Ebdurheman El Dixêfîc daxuyanî xwend û got: "Xeta dijminatî yak u dewleta Tirk ji zêdetirî 13 salan dimeşîne bi armanca wêrankirina binesazî û qada aboriyê ye. Ev jî qirkirineke komî ye."

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di meşê de pankartên “Dewleta Tirk sûcên şer dubare dike" û "Dewleta Tirk êrişî debara me ya rojane dike" hatin vekirin û dirûşmên "Na ji dagirkeriya Tirk re" hatin berzkirin.

Meş li Parka 4'ê Nîsanê ya navçeya Ehdasê veguherî mîtîngê. Li wir bi navê gelê Efrîn û Şehbayê Cebraîl Mistefa axivî û got dewleta Tirk a dagirker armanc dike navendên stratejîk ên ku xizmetê bide bi milyonan kesî, tune bike. Mistefa diyar kir ku ev êriş beşek ji binpêkirinên dewleta Tirk e ku ji destpêka aloziyê ve li Sûriyeyê pêk tîne û wiha domand: “Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn roleke xerab dilîze û siyasetên qirkirinê li dijî Kurdan dimeşîne."

Cebraîl Mistefa diyar kir ku êrişên dewleta Tirk berxwedana gel a li herêmê têk nabin.

Her wiha endama Kongra Star Gulê Mihemed axivî. Gulê diyar kir ku “berxwedana gelê Rojava ji tank û topên dagirkeriyê xurttir e.”

(ekîb)

ANHA