YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir

Bi mebesta salvegera 12'emîn a damezrandina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li Hesekê torenek leşkerî hat lidarxistin.

YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
YPJ’ê 12’emîn salvegera xwe pîroz kir
4 nîsan, 2025   11:53
HESEKÊ

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), di bin diruşmeya "Artêşbûna jinê misogeriya jiyana azad e" de bi mebesta damezrandina xwe ya 12'emîn û Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, torenek leşkerî û şahî lidar xist.

Çalakî li hola Serdem a bajarê Hesekê ya kantona Cizîra Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya fermandar û şervanên YPJ'ê û saziyên jinan ên li bajêr hat lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên jin û alên Yekîneyên Parastina Jin hatin xemilandin.

'YPJ bûye nasnameya hemû jinan'

Çalakî bi torena leşkerî ya YPJ'ê destpê kir û deqeyek rêzgirtin pêk hat. Paşê Fermendara YPJ'ê Newroz Ehmed axivî. Newroz Ehmed ev şahî li Rêber Abdullah Ocalan û hemû şervanên YPJ'ê pîroz kir û wiha got: "Bi saya fikr û ramanên Rêber Apo a ku pêşkêşî jinan kiriye, em hêzên xwe ava dikin. Yekem car li cîhanê tevahî û bi taybet li Rojhilata Navîn YPJ dibe artêşbûn û hêza jinê. YPJ’ê bi hêz, berxwedan û têkoşîna xwe li hember terora DAIŞ’ê şer kir û ew têk bir. Îro berxwedana YPJ'ê li pira Qereqozaq û bendava Tişrînê jî carek din nîşanî dinyayê dide ku tu kêz bi îradeya jina azad nikare. Ew bi hemû hêz û îradeya xwe li dijî dagirkeran şer dike. YPJ bûye nasnameya hemû jinên têkoşer û berxwedêr. Em ê bi hêz û têkoşîna xwe Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bikin û xwedî li banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin."

Şahî jî bi stranên koma Şehîd Hêva ya Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrînê dest pêkir. Piştre Koma govendê ya Şehîd Arjîn û Şehîd Zîlan ên şervanên YPJ'ê jî, bi govendên xwe şahî pîroz kirin.

Ji gelek welatan pîrozbahî ji bo salvegera 12'emîn a damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin şandin û ev hêz li hemû jinan pîroz kirin.

Hunermend Yesmîn Esker bi stranên xwe salvegera damezrandian YPJ û Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

 Şahî bi gerandina govendên gelêrî bidawî bû.