Artêşa Îsraîlê moşekeke Hûsiyan îmha kir

Îsraîlê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî moşekeke balîstîk ku ji Yemenê hatiye avêtin, îmha kiriye.

Artêşa Îsraîlê moşekeke Hûsiyan îmha kir
30 adar, 2025   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî moşekeke balîstîk ku ji Yemenê hatibû avêtin, berî ku bikeve qada hewayî ya Îsraîlê, îmha kir.

Artêşê ragihand ku piştî avêtina moşekê, li Quds, Til Avîvê û herêmên navîn ên Îsraîlê alarmên hişyariyê lêda. Li gorî AFP’ê jî piştre dengê teqînên sivik hat bihîstin.

Ji 18’ê Adarê ve Hûsiyan bi kêmanî 8 êriş li dijî Îsraîlê pêk anîne.

(bb)