Şehîd Fadî Elî hat oxirkirin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fadî Elî ji aliyê şêniyên Tebqayê ve bi merasîmekê hat oxirkirin.

Şehîd Fadî Elî hat oxirkirin
Şehîd Fadî Elî hat oxirkirin
Şehîd Fadî Elî hat oxirkirin
Şehîd Fadî Elî hat oxirkirin
Şehîd Fadî Elî hat oxirkirin
Şehîd Fadî Elî hat oxirkirin
Şehîd Fadî Elî hat oxirkirin
Şehîd Fadî Elî hat oxirkirin
Şehîd Fadî Elî hat oxirkirin
Şehîd Fadî Elî hat oxirkirin
30 adar, 2025   14:56
TEBQA

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fadî Elî ku 29’ê Adarê li bendava Tişrînê şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a Tebqayê hat oxirkirin. Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, endamê û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, meclis û koçberên ji Efrîn-Şehbayê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn fermandarê Hêzên Operasyonan Beşîr El Elî û bi navê Meclisa Olî Bozan Hemo axivîn.

Di axaftinan de hate gotin, ewlehî û aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha xwe ji keda şehîdan digire. Axêveran heya têkbirina dagirkeriyê li tevahî Sûriyeyê, soza domandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Hevalên şehîd cenazeyê şehîd hilgirt ser milan û bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spart axê.

(bb)

ANHA