Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 5 bazirganên hişbirê hatin destgîrkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê li hember bazirgan û torên belavkirina madeyên hişbir operasyon kirin. Di operasyonan de 5 bazirganên madeyên hişbir hatin destgîrkirin.

Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 5 bazirganên hişbirê hatin destgîrkirin
30 adar, 2025   12:42
REQA

Têkildarî operasyonên xwe yên li hember tor û bazirganên madeyên hişbir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di hefteya borî de li dijî bazirganên madeyên hişbir 3 operasyon hatine lidarxistin û di oprasyonan de 5 kesên gumanbar hatine destgîrkirin.

Di berfirehiya daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên me li Reqayê rêzeoperasyonên ewlehî yên taybet di hefteya borî de pêk anîn. Di encama operasyonan de 5 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin û hejmareke mezin ji madeyên hişbir, çek û alavên ku di bazirganiya madeyên hişbirê de tên bikaranîn, hatin desteserkirin.”

Li gorî daxuyaniyê de di operasyona yekemîn de li Reqayê bi ser mala bikarhênerekî madeyên hişbir girtine û li wir dema ku madeyên hişbir difirot, hatiye destgîrkirin.

Operasyona duyemîn li hember toreke ji 3 kesan pêkhatiye ku di nava wan de xwediyê embareke dermanan jî heye ku guman li ser heye ku di depokirin û belavkirina madeyên hişbir de beşdariya wî heye.

Her wiha di operasyona din de jî li nêzî Çerxerêya El Neîm a Reqayê belavkarek kirine armanc.

Li gorî daxuyaniyê li gel her pênc gumanbaran gelek hebên hişbir, çekeke kalaşnîkov, damanceyek, 13 narincok û 45 guleyên wê jî hatine desteserkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin: “Hemû kesên destgîrkirî û tiştên hatine desteserkirin, ji bo temamkirina lêpirsînan û girtina tedbîrên pêwîst, ji Dozgeriya Giştî re hatine şandin.”

ANHA