Artêşa Îsraîlê moşekek bê bandor kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên hewayî moşekek berî ku bikeve nav axa Îsraîlê, asteng kiriye.

Artêşa Îsraîlê moşekek bê bandor kir
2 gulan, 2025   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî xistina moşekê li gelek herêmên Îsraîlê alarmên hişyariyê lê dan. 

Di daxuyaniya artêşê de hate gotin: "Li herêmên Quds û Deryaya Mirî (Behr El Meyt) demeke kurt piştî lêdana alarmên hişyariyê, hêza hewayî ya Îsraîlê moşekek xist. Moşeka ji Yemenê hatibû avêtin, berî ku bikeve nav axa Îsraîlê, hat astengkirin. Li gorî protokolê alarmên hişyariyê hatin lêxistin."

Rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê jî ragihand ku "di encama moşekeke ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin de kesek birîndar bûye."

(bb)