Li herêmên Durziyan çi qewimî?

Aloziya ewlehiyê ya di navbera desthilata Şamê û Durziyan de veguherî şerekî çekdarî ku ji bo rawestandinê banga destwerdanê hat kirin. Di encamê de ji her du aliyan zêdetirî 73 kes hatin kuştin. Îsraîlê rasterast gef li desthilata Şamê xwarin.

Li herêmên Durziyan çi qewimî?
2 gulan, 2025   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dawiya Nîsana îsal ve, li gundewarên Şam û Siwêdayê ku Durzî lê dimînin, aloziyeke ewlehî ya xeternak heye. Alozî veguherî şerekî di navbera hêzên desthilata Şamê û komên girêdayî wê û komên çekdar ên xwecih ên Durzî de.

BÛYER ÇAWA QEWIMÎ?

Şeva 28’ê Nîsanê li taxên Ceremana û Eşrefiye Sehnaya yên Şamê ku Durzî lê dimînin, di navbera hêzên desthilata Şamê û komên girêdayî wê û komên çekdar ên xwecih ên Durzî de alozî derket. Aloziya ku piştî belavbûna qeyda deng a bêrêziyê li Pêxemberî Mihemed dike, derket veguehrî şerekî dijwar di navbera her du aliyan de. Di encama şer de ji her du aliyan ve kuştî çêbûn.

Roja Çarşemê şer bi kontrola hêzên desthilata Şamê ya li ser Ceremana û Eşrefiya Sehnayayê bi dawî bû. Li gel vê yekê Îsraîlê destwerdan kir û 3 caran li Eşrefiye Sehnayayê êrişî hin deveran kir. Îsraîlê ev êriş wekî hişyarî destnîşan kir û îdia kir ku kesên tundraw amadekarî dikirin ku êrişî Durziyan bikin.

Wezareta Karên Hundirîn a Desthilata Şamê ragihand ku Îsraîlê li Eşrefiye Sehnayayê hêzên ewlehiya giştî kirine armanc.

30’ê Nîsanê piştî ku hêzên girêdayî desthilata Şamê konvoyên komên xwecih ên Durzî kirin armanc, pevçûnên li Ceremana û Eşrefiye Sehnaya berbelavî rêya Şam-Siwêdayê, herêma Beraq a gundewarê Şamê bûn.  Di encama şer de 16 ciwan û şervanên komên xwecih ên Siwêdayê ku ji bo piştgiriyê dçûn Eşrefiye Sehnayayê hatin kuştin. Ji komên ser bi desthilata Şamê yên ku konov asteng kirin jî herî kêm 8 kes hatin kuştin.

Piştî şerê li ser rêya Şam-Siwêdayê ku zêdetirî 2 saetan dewam kir, gundên Sura ya mezin a li ser rêya Şam-Siwêdayê bi dijwarî hat topbarankirin, lê nehat zanîn bê ka kî gund topbaran dike, di encamê de jin, zarok û kesên bi temamî koçî derveyî gund kirin. Di heman rojê de gundê Era jî hat topbarankirin. Di encamê de zerarên madî yên mezin çêbûn. Di eynê rojê de piştî ku hêzên desthilata Şamê Sehnayayê kontrol kir û alozî zêdetir bû, şaredarê Sehnaya Husam Werwer û kurê wî hatin kuştin.

HEWLÊN ARAMKIRINÊ

Şêx û rûspiyên Durziyan, rayedarên ewlehî û siyasî yên desthilata Şamê ji bo bidawîkirina şer ketin tevgerê, lê hewldanên wan bê encam bûn.

Duh (1’ê Gulanê) şêxên Durzî yên Civata Misilmanên Miwehidîn û rûspiyên olî û şêniyên Durzî duh êvarî civînek li dar xist. Rêberê ruhanî yê Civata Misilmanên Miwehidîn Şêx Hikmet El Hicrî, şêx Yûsif El Cerbiû, Hemûd El Henawî, Hesen El Etreş, Yejya Amir, Akif Hinêdî, Wesîm Îzedîn û nûnerên komên çekdar ên xwecih beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê jî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew parçebûn û cudabûna ji Sûriyeyê, her wiha radestkirina çekan bo desthilata Şamê red dikin.

Civîn bi van daxwazan bi dawî bû:

-  Divê bilez hêzên ewlekariyê yên hundirîn û saziya edaletê werin aktîfkirin. Divê endamên wan ji şêniyên parêzgeha Siwêdayê bin.

-  Divê bi lez dorpêça li ser Ceremana, Sehnaya û Eşrefiya Sehnaya were rakirin û jiyana asayî vegere.

- Parastina rêya Şam-Siwêdayê ji aliyê desthilata Şamê ve were mîsogerkirin.

- Divê li tevahiya Sûriyeyê şer were rawestandin.

Duh derengiya şevê êrişî gundên Lebîn, Heran, Cerîn û Dûr ên rojavayê Siwêdayê hat kirin. Çavkaniyan diyar kir ku di şer de hawan û çekên dijbalafiran hatin bikaranîn. Şênî û çekdaran van gundan jî bo bersivdayîna êrişan seferber bûn.

Di şerê 72 saetên dawîn de, ji her du aliyan ve zêdetirî 73 kes hatin kuştin.

Hêzên Îsraîlê berbanga vê sibehê derdora Koşka Serokatiyê ya li Şamê bomebaran kir û ragihand ku dê nehêlin hêzên desthilata Şamê li başûrê Sûriyeyê bi cih bibin.

Li Ceremane û Eşrefiye Sehnaya şer sekiniye, lê alozî hîna serwer e. Ji bo bidawîkirina şer û aloziyê heya niha lihevkirin çênebûne.

Li Siwêdayê merasîmê qurbaniyên rageşiyê li Qada Semara ya naverasta bajar bi rê ve diçe.

(bb)