Artêşa Îsraîlê kuştina endamekî Hizbullahê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku endamekî Hizbullahê li herêma Ferûn a başûrê Lubnanê hatiye kuştin û îdia kir ku kuştî berpirsê "planên terorî û binpêkirinên lihevkirinên bi Lubnanê re bû".

Artêşa Îsraîlê kuştina endamekî Hizbullahê ragihand
22 mijdar, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku endamekî Hizbullahê duh li bajarokê Ferûn ê başûrê Lubnanê kuştiye.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee got kesê hatiye kuştin "berpirsyarê pêkanîna planên terorîstî li dijî dewleta Îsraîlê û hêzên wê bû. Di heman demê de çalakiyên wî lihevkirinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de binpê dikirin."

(bb)