Heftename: Diyalogên agirbestê sekinîne, çavê DAIŞ’ê li Afrîkayê ye

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de cih da diyalogên agirbestê yên di navbera Hemas û Îsraîlê de, dosyaya DAIŞ’ê û hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê.

Heftename: Diyalogên agirbestê sekinîne, çavê DAIŞ’ê li Afrîkayê ye
16 hezîran 2024   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî dan û standinên agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de nûçeyek bi sernavê "Agirbesta Xezayê: Axaftina li ser ‘rawestandinê’ diyalogan vedigerînin çargoşeya sifirê" weşand. 

Li gorî rojnameyê, şertê Îsraîlê yê "Heta Hemas li xetên stûr ên pêşnûmeya DYA’yê ya agirbestê venegere, dê şandeya Til Avîvê beşdarî dan û standinên navbeynkaran nebe" pirsan li ser rawestandineke nû ya dan û standinan çêdike.

Pisporan ku li ser mijarê ji Şerq El Ewsat re axivîne, got şertê Îsraîlê “rêgeha diyalogan vedigerîne çargoşeya sifirê” û hate gotin: “Hêviya maye ew e ku hêzên navneteweyî û ewropî zextan li her du aliyên pirsgirêk bikin da ku destekê bidin tevgerên navbeynkaran. Dibe ku navbeynkar rêbaz û alternatîfên ku aliyan razî bikin, pêşkêş bikin.”

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Hemas pêşnûmeya DYA’yê ya agirbestê wek "Plana Îsraîlê û peymaneke neadilane" dibîne.

‘DAIŞ JI BO MEXRIB, CEZAÎR, TÛNIS, LÎBYA, MORÎTANYA Û BAKURÊ AFRÎKAYÊ METIRSÎYEKE RASTERAST E’

Rojnameya El Ereb der barê tevgera DAIŞ’ê de nûçeyek bi sernavê ‘Tevgerên dijber: Sînorên vegera DAIŞ’ê ji bo Mexrib, Cezaîr, Tûnis, Lîbya, Morîtanya û bakurê Afrîkayê’ weşand. Hate gotin ku dosyaya DAIŞ’ê, fikrên wê yên tundraw û planên wê yên têkbirina ewlehiya neteweyî ya hin welatan, hê jî yek ji jêderên metirsîdar e li ser wan welatan.

Rojnameyê cih da rapora salane ya têkildarî endeksa terorîzma cîhanî ya 2024’an ku Enstîtuya Aborî û Aştiyê weşandiye. Îşaret bi vê yekê hat kirin ku "DAIŞ’ê bi şaxên xwe yên cuda, di sala 2023’yan de di lîsteya "rêxistinên terorîst" yên herî çalak de cih digire, ji ber vê yekê ya herî metirsîdar li ser ewlekariya nîştimanî ya welatan e.

Her wiha hate diyarkirin ku DAIŞ bi hemû şaxên xwe metirsiyeke rasterast li ser ewlehiya Mexrib, Cezaîr, Tûnis, Lîbya, Morîtanya û bakurê Afrîkayê ye.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: “Ji ber hevrikiya cîhadî ya di navbera DAIŞ û rêxistina El Qaîde de, di heman demê de ji ber windahiyên ku her du  rêxistinan li Rojhilata Navîn û Asyayê dîtine, herêma Mexribê yek ji armancên DAIŞ’ê ye ku dixwaze lê belav bibe.”

‘HILBIJARTINÊN SEROKKOMARIYA ÎRANÊ: ŞEKLÊ PÊŞÎN Ê NÎŞANEYA HEVRIKIYÊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd hilbijartinên serokkomariya Îranê ku dê 28’ê Hezîranê pêk werin, nirxandin. Hate gotin hilbijartinên serokkomariyê roja yekşema borî piştî namzet hatin aşkerakirin, derbasî qonaxeke nû bûn.

Rojnameyê ku cih daye nirxandinên pisporên îranî, diyar kir ku lîsteya namzetên hilbijartinên serokkomariya Îranê ji lîsteya sala 2021’ê cuda nîn e û hate gotin: “Hinek namzet hene dubare ne. Li gorî lîsteya namzetan diyar dibe ku hewl didin desthilateke bihêz were bidestxistin ku bibe sedema avakirina hikumeteke mîna ya serokkomar Reîsî, ne mîna ya Hesen Rûhanî."

(bb)