Artêşa Îsraîlê dîsa derbasî gundên Quneytrayê bû

Artêşa Îsraîlê dîsa derbasî çend gundên Quneytrayê ya li başûrê Sûriyeyê bû.

Artêşa Îsraîlê dîsa derbasî gundên Quneytrayê bû
5 adar, 2025   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku hêzên Îsraîlê îro danê sibê derbasî çend gundên Quneytrayê bûne.

Çavkaniyan aşkera kir ku hêzeke Îsraîlê ku ji çend erebeyên leşkerî pêk tê, ketine gundê Eyn El Nûriye, bajarokê Um Batna û bajarokê Suweysayê.

Îsraîl herêma tampon di nava axa Sûriyeyê de desteser kiriye û ji dema hilweşandina rejîma Baasê ve (8 Kanûn 2024), li seranserê welêt deverên leşkerî bombebaran dike.

(k)