Li Reqayê komeke ku diziya erebeyan dikir hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn komeke kesên ku li kantona Reqayê diziya erebeyan dikir, girt.

Li Reqayê komeke ku diziya erebeyan dikir hate girtin
5 adar, 2025   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê aşkera kir ku yekîneyên wan komeke kesên ku li herêma Tişrînê û bajarê Reqayê diziya erebeyan dikir, girtiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku kesên hatine girtin, dê piştî lêpirsînê ji bo darizandinê radestî aliyên têkildar bêne kirin.