Li Qamişloyê semînerek der barê zimanê Kurdî de hat dayîn

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê semînerek bi navê "Zimanê me hebûna me ye" da. Di semînerê de behsa dîrok û dewlemeniya zimanê Kurdî, aliyên hiqûqî yên mîsogeriya mafê xwendinabi zimanê dayikê hat kirin.

5 îlon, 2026   21:33
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê li parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê semînerek bi navê "Zimanê me hebûna me ye" organize kir. Di semînerê de dîroka zimanê Kurdî, taybetmendiyên wê yên çandî û aliyên hiqûqî yên mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hatin şîrovekirin.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre lêkolîner û wêjevan Arşek Baravî mijara yekemîn şîrove kir. Baravî dîroka zimanê  Kurdî vegot û da zanîn ku zimanê kurdî ji malbata zimanên Hind-Ewropî ye û xwedî dîrokeke wêjeyî û çandî ye ku bi sedsalan dirêj dibe, tevî veguherînên siyasî û erdnîgarî ku li herêmê çêbûn, zimanê Kudî parastî ma.

Arşek Baravî îşaret bi dewlemendiya zimanê Kurdî kir û got, ji gelek zaravayan pêk tê, ji wan soranî û kurmancî ne, ev dewlemendî bingeha xwe ji dewlemendiya jîngehî ya çandî û civakî ya gelê Kurd digire.

Arşek Baravî girîngiya parastina mîrateya devokî û nivîskî ya zimanê Kurdî û veguhestina wan bo nifşan vegot.

Di mijara duyemîn a semînerê de mamoste Mistefa Ferhan bal kişand ser aliyên qanûnî û hiqûqî yên zimanê Kurdî. Ferhan qala siyasetên înkarê û çewisandina mafê gelan ê perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê kir.

Mistefa Ferhan anî ziman ku destnîşankirina çend saetên diyarker bo perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê xwendekaran ê fêrbûna bi zimanê dayikê bi cih nayîne û got, mafê zarok e ku ji destpêkê ve fêrî zimanê dayikê bibe.

Mamoste Mistefa Ferhan ji bo mîsogerkirina mafên xwendina bi zimanê Kurd banga mezinkirina têkoşîna hiqûqî kir.

Semîner bi nîqaşan û bersiva prisan bi dawî bû.

(bb)

ANHA