Jina panzêra Rûsyayê pê li kiribû, lingên wê şikestine

Evîn Îsa ku panzêra hêzên Rûsyayê pê lê kiribû, lingên wê şikestine.

Jina panzêra Rûsyayê pê li kiribû, lingên wê şikestine
Jina panzêra Rûsyayê pê li kiribû, lingên wê şikestine
29 tebax, 2024   11:46
QAMIŞLO

Hêzên Rûsyayê vê sibehê hewl da artêşa Tirk derbasî herêmê bikin û dewriyekeke hevbeş pê re pêk bînin. Hêzên Rûsyayê hewl da ji gundê Dêrna Axa yê li bakurê bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê dewriyeya hevbeş bidin destpêkirin.

Şêniyan xwepêşandan li hemberî hewldana Rûsyayê li dar xist û pêşî li ber dewriyeyê girt.

Hêzên Rûsyayê ketober gule û bombeyên gazê li xwepêşandêran barandin û ji bo tirsandina xwepêşandêran jî bi panzêrekê pê li welatiya bi navê Evîn Îsa kir. Piştî bûyerê Evîn Îsa (31) rakirin nexweşxaneyê.

Evîn Îsa ku lingên wê şikestine, niha li Nexweşxaneya Dêrikê tê dermankirin.

(bb)