Artêşa dagirker û çeteyên wê topan li gundekî Girê Spî dibarînin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Qizelî yê Girê Spî  dane ber topan.

Artêşa dagirker û çeteyên wê topan li gundekî Girê Spî dibarînin
30 ÇILE, 2025   15:10
EYN ÎSA

Êrişên dagirkirî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi top û çekên giran gundê Qezalî yê li  rojavayê bajarê Girê Spî topbaran dikin .

Der barê encamên topbaranê de zanyarî nehatin standin.

(bb)

ANHA