Artêşa Amerîkayê keştî û tesîsên çaksazîkirina noqavan hedef girtin

Artêşa Amerîkayê ragihand ku wê tesîsên çaksazîkirina noqaV û keştiyan li Îranê hedef girtine. Artêşê diyar kir ku di van êrişan de cara yekemî ne ku dronên deryayî bi kar anîne.

Artêşa Amerîkayê keştî û tesîsên çaksazîkirina noqavan hedef girtin
13 tîrmeh, 2026   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Amerîkayê îro ragihand ku êrişî tesîsên têkildarî çaksazîkirina noqavan û keştiyên li Îranê kir.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ku li ser platforma Xˊê hate weşandin got ku hêzên wê roja yekşemê bi çend dronên êrişê yên deryayî êrişî tesîseke çaksazîkirina noqav û keştiyan kiriye. Li kêleka wêjî 3 keştiyên rûberî yên bêmirov ên cureya Corsair li baregeha deryayî ya Bender Ebas hedef girtine.

Di daxuyaniya CENTCOMˊê de hat diyarkirin ku "cara yekem e ku hêzên Amerîkayê dronên deryayî di operasyonên şer de bi kar tînin" û hat diyarkirin ku êrişên şevê şiyana Îranê yên berdewamkirina êrişên li dijî trafîka barên bazirganiyê qels kirine.

(fr)