‘Armanca me di qada wêjeyî de raberkirina berxwedanê ye’

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê her sal festîvala wêjeyê li dar dixe. Endamên yekitiyê diyar kir ku her sal dê temaya mîhrîcanê beşeke wêjeyê ya cuda be.

‘Armanca me di qada wêjeyî de raberkirina berxwedanê ye’
14 îlon, 2024   10:52
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Festîvala Çand-Xula Helbestê ya Yekemîn, bi dirûşma ‘Helbest stêrka wêjeyê ye’ li Parka Xwendinê ya Qamişloyê, bi tevlêbûna nûnerên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demoktîk (TEV-DEM) siyasatmedar, hunermend, rewşenbîr û gelek kesan li dar dikeve.

Festîval dê 14-15-16’ê Îlonê berdewam bike û dê 40 helbestên kurdî  û 22 helbestên bi zimanê erebî bikevin pêşbirkê û 6 helbestvan werin xelatkirin.

Têkildarî Festîvala Çand-Xula Helbestê ya Yekemîn endamê Yekitiya Rewşenbîran û endamê komîteye amadekar a festîvalê Alan Abdullah ji ajansa me re axivî.

Alan Abdullah da zanîn ku li ser esasê Kongreya 5’emîn a Yekitiya Rewşenbîran biryar dane ku her sal festîvala wêjeyê li dar bixin û diyar kir ku her sal dê beşeke wêjeyî (helbest, çîrok, roman û hwd) temaya mîhrîcanê be.

Alan Abdullah anî ziman ku wan ji helbestê dest pê kiriye û got: “Ji dîrokê heya niha helbestên bi devkî û yên bi nivîskî hebûna zimanê me parast. Lewma me biryar da ku festîvala me bi helbestan dest pê bike. Bi rastî jî hejmara helbestan jî gelekî baş bû.”

Alan Abdullah diyar kir ku wan bi qasî 4 mehan amadekariyên festîvalê kiriye û da zanîn ku armanca wan bi rêya festîvalê derveyî helbestvanên ku tên zanîn, yên veşartî jî derxin holê.

Endama Yekitiya Rewşebîran a Kantona Cizîrê Civîn Hebîb jî destnîşan kir ku armanca wan bi festîvalê ew e ku di qada wêjeyî de jî berxwedanê raber bikin û got: “Yên ku zimanê me parastine û dîrok di nava xwe de hewandine ew rewşenbîrên me yên destpêkê bûn. Lewra îro di milê çandî û wêjeyî de rola berxwedanê pêk tê.”

ANHA