Gelê Reqayê sersaxî da malbat şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn

Gelê kantona Reqayê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Xalid El Mistefa û soza xwe ya şopandina rêça şehîdan nû kir.

Gelê Reqayê sersaxî da malbat şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Gelê Reqayê sersaxî da malbat şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Gelê Reqayê sersaxî da malbat şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Gelê Reqayê sersaxî da malbat şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Gelê Reqayê sersaxî da malbat şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Gelê Reqayê sersaxî da malbat şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Gelê Reqayê sersaxî da malbat şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn
7 ÇILE, 2026   14:53
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Xalid El Mistefa yê ku di 5ˊê Çileya 2026ˊan de bi krîza dil şehîd bûye, merasîma sersaxiyê li gel Çerxerêya Berazî li dar xist. Di merasîmê de endamên saziyên kantonê amade  bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ebîr El Elî sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêça şehîdan da.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sedam El Hermat li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêça şehîd nû kir.

Li ser navê QSDˊê, endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Xalid El Hindawî sersaxî da malbata şehîd û got ew ê li ser soza dayî bimînin û vê şoreşê û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina fedakariyên şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA