Arasatê weşana çend kanalên televîzyonê li Rojava rawestand

Şîrketa Arasat weşana 3 kanalên televizyonê li Rojava rawestand û diyar kir ku ev kanal naverokên alîgir diweşînin, piştgiriya zimanê nefretê dikin û di navbera pêkhateyên cuda yên civakê de nakokiyê çêdikin.

Arasatê weşana çend kanalên televîzyonê li Rojava rawestand
29 ÇILE, 2026   12:18
NAVENA NÛÇEYAN

Şîrketa Arasat ku şîrketeke weşanên televîzyonê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan weşana kanalên El Erebiya, El Hadas û El Cezîre li herêmên Rojava rawestandiye. Şîrketê diyar kir ku van kanalan polîtîkaya weşana şîrketê binpê kiriye. 

Arasatê diyar kir ku ev kanal naveroka alîgir diweşînin, piştgiriya zimanê nefretê dikin û di navbera pêkhateyên cuda yên civakê de nakokiyê çêdikin.

Şîrketê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku her dezgeheke medyayê ku nakokiyan an nefretê bi pêş dixe, dê tavilê were rawestandin û diyar kir ku ew ê bi tu awayî nebe hevkarê afirandina nakokiyan di nava civakê de.

Şîrketê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn: "Em bawer dikin ku hemû pêkhateyên civakê yekgirtî ne. Em bi sedan salan li ser bingeha rêzgirtin û jiyana hevbeş bi hev re dijîn û ev nirx bingeha polîtîkaya me ya weşanê ye."

Şîrketê di dawiya daxuyaniya xwe diyar ku ev biryar ji bo parastina pêbaweriyê, parastina aştiya civakî û rêzgirtina li temaşevanan hatiye dayîn.

(k)