Arakçî: Divê muzakere bi encam bibin

Di navbera DYA û Îranê de li ser mijara nukleerê ku kêm car bûye di 12’ê Nîsanê roja Şemiyê de hevdîtinek pêk hatibû. DYA’yê hevdîtin erênî nirxand û Îran got: “gelek nêzî zemîna muzakereyan bûye.

Arakçî: Divê muzakere bi encam bibin
13 nîsan, 2025   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevdîtina ku li Ummanê pêk hat nêzî 2 saet û nîv berdewam kir. Qesra Spî ji bo vê hevdîtinê got, “gaveke ber bi peymaneke mutabaqetê ve ye.” DYA’yê, ragihand ku hevdîtin ‘gelek erênî û çêker’ derbas bûye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçî jî got, “Ez difikirim ku di hevdîtinê de em gelek nêzî zemîna muzakereyan bûne."

Arakçî, beriya vê daxuyaniyê jî ji bo hevdîtinê gotibû ‘gelek çêker’ derbas bûye.

Wezîrê Karên Derve yê Ummanê Bedir El Bûseid ku ji bo hevdîtinê navbeynkarî kir got: hevdîtin di nava "atmosfereke dilgerm" de pêk hatine.

Li gorî Wezîrê Karên Derve yê Îranê, tevî Amerîkî banga hevdîtina yekser kirine jî, her du aliyan li paytext Meqatê hevdîtinên 'neyekser' kirine.

Lê belê Ebas Arakçî û nûnerê Qesra Spî Steve Witkoff diyar kirin ku hevdîtin bi rengekî yekser û di atmosfereke çêker a li ser bingeha hurmeta ji hev re pêk hatiye.

Arakçî, destnîşan kir ku divê muzakere bi encam bibin û ew ê ji nîqaşên ne pêwîst dûr bikevin.

Herdu alî li hev kirin ku 19'ê Nîsanê roja Şemiyê careke din li hev kom bibin.