Aoun bang li Îsraîlê kir; li şûna şer diyalogê bike

Serokê Lubnanê Joseph Aoun bang li hikumeta Îsraîlê kir ku rêya dîplomatîk bişopîne û anî ziman ku çareseriyên leşkerî ewlehiya şêniyên deverên bakurê Lubnanê peyda nakin.

Aoun bang li Îsraîlê kir; li şûna şer diyalogê bike
8 hezîran, 2026   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hevpeyvînekê de bi CNN re, Serok Joseph Aoun xîtabî Îsraîlê kir û got, "Em amade ne, pabend û dixwazin. Hûn amade ne? Ger wisa be, werin em rûnin û biaxivin. Ger hûn ne amade ne, em ê di aştî û ewlehiyê de nejîn."

Aoun da zanîn ku ew ê berî ku lihevkirinek ji bo bidawîkirina şer bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re necive û destnîşan kir ku peymana tê armanckirin dikare "peymanek ne-êrişkar, peymanek ewlehiyê, yan tiştek din" be û ne hewce ye ku peymanek aştiyê ya berfireh be.

Di çarçoveyek têkildar de, Serokwezîrê Lubnanê Newaf Salam diyar kir ku ji dema ku agirbesta bi navbeynkariya Amerîkayê di 17ˊê Nîsanê de ket meriyetê, Îsraîlê nêzîkî 3500 êrişên hewayî û bi sedan pêkanînên wêrankirin pêk aniye.

(fr)