Mihemed Mihemed bû Gerînendeyê Bazirganî û Mezexêran a Hesekê

Di çarçoveya Peymana 29ˊê Çileyê de Hevserokêa Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Mihemed Şewqî Mihemed wekî Gerînendeyê Gerînendetiya Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran a Parêzgeha Hesekê hat tayînkirin.

Mihemed Mihemed bû Gerînendeyê Bazirganî û Mezexêran a Hesekê
8 hezîran, 2026   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bicihanîna bendên Peymana 29ˊê Çileyê de, îro Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Mihemed Şewqî Mihemed Gerînendeyê Gerînendetiya Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezexêran a Parêzgeha Hesekê hat tayînkirin.

Dr. Mihemed Şewqî Mihemed bawernameya doktoraya aboriyê ji Zanîngeha Şamê wergirtiye. Li Zanîngeha Şamê, Zanîna Taybet a Sûriyeyê û Zanîngeha Qurtuba ya Taybet a Qamişloyê mamostetî kiriye.

Berê wî wek Serokê Beşa Lêkolînên Stratejîk li Navenda Lêkolînên Firatê kar dikir, li wir wî lêkolînên li ser pêşkeftina aborî û veguherînên civakî û siyasî çavdêrî dikir.

Di dawiya sala 2022ˊan de, Hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt ser xwe.

(fr)