‘Amûrên şerê DYA-Îranê; ceza û zextên aborî’

Medyaya erebî diyar kir ku şerê leşkerî di nakokiya DYA-Îranê de êdî ne vebijêrka biryardar e, ji ber ku ceza û zextên aborî wekî amûrên bibandortir di rêvebirina nakokiyê de derketine holê.

‘Amûrên şerê DYA-Îranê; ceza û zextên aborî’
28 nîsan, 2026   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro bal kişand ser ceza û zextên aborî yên di nakokiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îranê de û rola Tengava Hurmuzê di hevkêşeyên enerjiya cîhanî de.

‘NAKOKÎ Û VEDÎTINA STRATEJIYAN’

Eojnameya El Şerq El Ewset nivîsî ku nakokiya Amerîka-Îranê guhertinek girîng di amûrên şer  de eşkere kiriye. Cezayên aborî û tecrîda darayî ji şerên giştî bibandortir û erzantir bûne, ji ber ku ew di hundir de hilweşînê pêk tîne, ku vebijarkên dijmin sînordar dike û wan ber bi danûstandinê ve dibe.

Li aliyê din Îran xwedî pelikên bi bandor e, bi taybetî cihê Tengava Hormuzê, ku damarek girîng e ji bo enerjiya cîhanî. Ev yek dihêle Îran bikaribe bandorê li bazarên navneteweyî bike û tedbîrên astengkirinê yên ne-kevneşopî ferz bike.

‘KÊMKIRINA KRÎZA TENGAVA HURMUZÊ: DYA WEKÎ SÛDMENDA HERÎ MEZIN’

Rojnameya Independent Arabia li ser bandorên rageşiya li Tengava Hurmuzê li ser bazarên petrolê nivîsî û destnîşan kir ku cîhan li şûna ku ji bo rêyên avê alternatîfên rastîn bibîne, ber bi pejirandina stratejiyên ji bo kêmkirina krîzê ve diçe.

Rojnameyê diyar kir ku welatên hilberîner ji bo derbaskirina hin astengiyên peydakirina petrolê serî li çareseriyên lojîstîk ên wekî boriyên petrolê û rezervên stratejîk daye.

Rojnameyê destnîşan kir ku DYA bi zêdekirina hinardekirina petrol û gazê wekî yek ji sûdmendên herî mezin ên krîzê ye, beramberî wê dewletên Kendavê û aboriyên asyayî yên girêdayî enerjiyê zirarên mezin dîtin.

‘ŞERÊ ÎRANÊ: JIHEVQETÎNA SERKEFTINA SIYASÎ Û LEŞKERÎ’

Rojnameya El Nehar li ser valahiya di navbera serkeftina leşkerî û encama siyasî ya di şer de nivîsî û diyar kir ku doza Îranê bi zelalî vê newekheviyê nîşan dide. Tevî serdestiya leşkerî ya ku ji hêla DYA`yê û hevalbendên wê ve hatiye bidestxistin, ev yek veneguherî serkeftineke siyasî yan teslîmbûna Îranê.

Rojnameyê destnîşan kir ku Tehran xwe dispêre stratejiyên demdirêj, wekî xurtkirina avahiya xwe ya navxweyî û amadekariya ji bo şerê nekevneşopî li gel karanîna medyayê û propagandayê ji bo xurtkirina berxwedanê. Berevajî vê, dibe ku Washingtonê armanc pêk anîbin wekî qelskirina hêzên navokî û leşkerî yên Îranê, bêyî encamên siyasî bi dest xistibin.

(k)