Amnesty: Îsraîlê li Quneytîrayê sûcên şer dike

Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de hate gotin, binpêkirinên Îsraîlê yên li Quneytîrayê dibe ku digihêjin asta sûcên şer. Rêxistinê der barê van binpêkirinan de banga hesabpirsîna navneteweyî kir.

Amnesty: Îsraîlê li Quneytîrayê sûcên şer dike
14 gulan, 2026   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) bi raporekê bal kişand ser zêdegaviyên Îsraîlê yên li parêzgeha Quneytîra ya li başûrê Sûriyeyê.

Di raporê Amnestyê de tê gotin: “Artêşa Îsraîlê ve ji Kanûna 2024'an vir ve, bêyî ku ti pêwîstiyeke leşkerî hebe, bi zanebûn a malên sivîlan ên parêzgeha Quneytra ya başûrê Sûriyeyê wêran dike. Ev yek divê wek sûcekî şer were lêkolînkirin."

Rêxistinê diyar kir ku “divê Îsraîlê ji ber van binpêkirinên giran ên qanûna mirovî ya navneteweyî tezmînatê bide mexdûran”.

Di raporê de hatiye bibîrxistin ku hêzên Îsraîlê piştî rûxandina hikumeta Beşar El Esed (8 Kanûn 2024) ketin gund û bajarên bêçek ên herêma Quneytîrayê û operasyonên xirabkirina malan pêk anîn û niştecihên wê neçarî derketinê kirin.

Li gorî raporê, di 6 mehên borî de li 3 gundan bi kêmanî 23 avahiyên sivîlan hatin wêrankirin an zirar gihaştin wan. Her wiha hate destnîşankirin ku şahid û wêneyên satelaytê piştrast dikin ku li derdora wan malan tu pevçûn tune bûn.

Çîgira rêvebira herêmî ya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur a Amnesty Christine Beckerle got: "Wêrankirina neqanûnî ya milkê sivîlan bûye taybetmendiyek dubare ya operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Xeza û Lubnanê û niha li Sûriyeyê jî. Nabe bi hincetên parastina sînoran malên sivîlan, erdên welatekî din werin rûxandin û gundên wan werin xirabkirin."

Di raporê de hatiye gotin, artêşa Îsraîlê ji Kanûna 2024'an ve 9 baregehên leşkerî li Quneytîra û Derayê ava kirin, di heman demê de kontrola xwe li xaka Sûriyeyê li hemberî Colana dagirkirî zêde kir. Her wiha îşaret pê kir ku hin malên hatine rûxandin, lê nêzî baregehên leşkerî yên Îsraîlê ne.

Di dewama raporê de Amnestyê de îşaret bi vê yekê kir ku şêniyên gundên Himêdiyê, Resim El Rewadî û Refîd hatin neçarkirin malên xwe terk bikin, piştre mal hatin rûxandin.

Amnestyê di dawiya raporê de banga hesabpirsînê ji berpirsên van binpêkirinan û dayîna tazmînatan ji mexdûran re kir.

(bb)