Artêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê kesek girt

Artêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê mal kontrol kirin û kesek girt.

Artêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê kesek girt
14 gulan, 2026   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê îro bi dewriyeyeke leşkerî ku ji 7 erebeyan pêk dihat, girte ser gundê Seyda Colan ê li başûrê Quneytîrayê. Hate diyarkirin ku hêzên dewriyeyê malên gundiyan kontrol kirin û kesek girt.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, gule ji baregeha leşkerî ya Himêdiyê ber bi zeviyên çandiniyê yên gundewarên navîn û bakurê Quneytîrayê ve hatin avêtin, lê zirarên madî û canî çênebûn.

Hate zanîn ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji 2 tankan û 2 erebeyên leşkerî pêk dihat, duh êvarî ket herêma Hewza Yermûk a li rojavayê Derayê.

Hêzên Îsraîlê duh êvarê li herêma Hefayîr a bakurê bajarokê Erneba yê Quneytîrayê jî bendeke kontrolê ya demkî danî, piştre vekişiya.

(bb)