Orkestra Rojava: Ji bo zimanê kurdî divê em hemû bi hev re bixebitin

Orkestraya Zarokan a Rojava ji bo Cejna Zimanê Kurdî bi reng, amûr û dengê xwe stranên kurdî pêşkêş kirin û diyar kir ku ew ê bi hev re ji bo zimanê xwe bixebitin.

Orkestra Rojava: Ji bo zimanê kurdî divê em hemû bi hev re bixebitin
14 gulan, 2026   11:43
QAMIŞLO

Orkestraya Zarokan a Rojava bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) li ber deriyê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo konserek da.

Çalakiya orkestrayê bi xwendina daxuyaniyê ji hêla endama Orkestraya Zarokan a Rojava Cûrî Îsa ve dest pê kir.

Cûrî Îsa da zanîn ku hêzên dagirker hewl da zimanê kurdî ji nav civakê rakin, dibistanan ji wê bê par bikin lê tevî hemû zordariyan, zimanê kurdî hebûna xwe parastiye.

Cûrî Îsa bal kişand ser girîngiya ziman û ev tişt anî ziman: “Girîngiya zimanê Kurdî ji bo civakê pir mezin e. Civakek bê ziman wek dara bê giyan e. Ziman, hêza yekitî û ragihandina ramana civakê ye. Bi zimanê xwe em çanda xwe diparêzin, dîroka xwe dinivîsin û hebûna xwe li hember cîhanê didin nîşandan. Her netewe dema zimanê xwe biparêze, dikare rûmeta xwe biparêze û li pêşerojê bi hêvî mêze bike.”

Cûrî Îsa daxuyaniyê bi van gotinan bi dawî kir: “Di vê roja taybet de, erka me ye ku zimanê xwe biparêzin, bi wê biaxivin, wê binivîsin û ji bo nifşên nû fêr bikin. Pêşketina civakekê bi pêşketina zimanê wê girêdayî ye. Divê em hemû bi hev re bixebitin da ku zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de cihê xwe yê rast bistîne. Pakrewanan ji vê cîhanê xatir xwestiye bi xwîna xwe pêşerojeke ronî ji gelê bi rûmet re nivîsandine, her wê bimînin di hizir û bîranînên me de.”

Piştre Orkestera Zarokan a Rojava strana “Zimanê Kurdî” a Aram Tîgran got û bi lêdana erbaneyan çalakî bi dawî bû.

(sb)

ANHA