Foza Yûsivê hişyar kir: Divê koalîsyon mudaxale bike

Endama Desteya Rêveber a PYDê Foza Yûsiv  diyar kir ku êrişên li Reqayê ji bo ewlehiya girtîgehên ku çeteyên DAIŞê tê de girtî ne xetereyan derdixîne û bang li hezên koalîsyonê kir ku mudaxale bikin.

Foza Yûsivê hişyar kir: Divê koalîsyon mudaxale bike
17 ÇILE, 2026   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Foza Yûsiv li ser hesabê xwe yê X derbarê êrişên çeteyên hikumeta demkî û ên giredayê Tirkiyeyê de yên li ser Reqayê daxuyaniyek da. 

Foza Yûsivê anî ziman ku êrişên li Reqayê ji bo ewlehiya girtîgehên ku çeteyên DAIŞê tê de girtî ne xetereyan derdixîne û got: “Em hişyariyeke taybet dikin. Berdewamkirina êrişan ji bo girtîgehan xetereyên mezin derdixîne. Ew yek ji bo tevahî herêmê xetereyan tînê. Divê koalîsyona navneteweyî demildest mudaxale bike.”